15:42 22 Nîsan 2018
    Balefirxaneya Ataturkê

    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin

    © REUTERS / Murad Sezer/Arşiv
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku cîgirê parêzgarê berê yê Mûsilê Faysal al-Yawer li balafirxaneya Stenbolê hatiye revandin û 2 salan di destê fîdyekaran de rehîn maye. Hat diyarkirin ku fidyekaran ji bo azadkirina Yawerî 10 milyon dolar xwestin.

    Cîgirê berê yê parêzgarê Mûsilê Faysal Faysal al-Yawer ê 49 salî piştî dagirkirina DAIŞê li Urdinê bicih bûbû. Yawer bo konferanseke li Stenbolê vexwendname stendibû dema ku çûbû Stenbolê li balafirxaneya Ataturkê li otomobîleke spî siwar bûbû û herî dawî li vir hatibû xuyakirin.

    Fîdyekaran ji malbata Yawerî 10 milyon dolar xwestibûn.

    Polîsê Stenbolê li Iraqê bi ser şopa gumabarekî ve hat. Polîsan T.Y.yê ku el-Yawer li balafirê wergirtibû li Iraqê desteser kir lê di îfadeya xwe de cihê Yawerî eşkere nekir. Hem polîsên iraqî û hêm yên tirkî li cîgirê parêzgarê berê yê Mûsilê Faysal al-Yawer û fîdyekaran digerin.

    Bi heman mijarî:

    'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'
    Li navenda Kerkûkê hewla kuştina serdarekî polîsan hat kirin
    HDPê ji bo Efrînê bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir
    Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de