11:54 23 Gulan 2018
    Kemal Kerkûkî

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya Hewlêr û Kerkûkê vekir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê ji bo çûnûhatinê vekir.

    Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî di civîneke çapemeniyê de ragihand: "Îro hemû riyên di navbera Hewlêr û Kerkûkê de yên di bin kontrola hêzên Pêşmerge de hatine vekirin."

    Kerkûkî derbirî: "Hemû hemwelatî bi azadî dikarin biçin û bên. Hêzên me bi awayeke bi rêk û pêk li hemû herêmê bicîh bûne û dikarin ewlekariya herêmê û hemwelatiyan jî biparêzin."

    Li ser pirsa gelo rêya di navbera Hewlêr û Mexmûrê jî dê vebibe yan ne, Kerkûkî da xuyakirin: "Ev siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ku ji bo ji hemwelatiyan re hêsaniyê bike, hemû riyên di bin kontrola xwe de veke."

    Endamê Civata Parêzgeha Hewlêrê lmad Refet demek berê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihandibû "li ser daxwaziya gelê Hewlêr û Kerkûkê, civata parêzgehê nivîsarek arasteyî Wezareta Pêşmerge kiriye û tê de daxwaz kirye ku rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de bê vekirin. Wezareta pêşmerge jî bersivek erênî daye ku hîç rêgiryek nakin bo vekirina wê rêyê eger hêzên Heşda Şeibî ya lraqê rê bide.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê li dijî biryarek parlamentoyê xwepêşandanek hat li dar xistin
    Bexda û Hewlêrê li ser mijara petrolê li hev kir
    Li Hewlêrê ji bo Salih Muslim xwepêşandan tê lidarxistin
    Li Hewlêrê li ser zimanê kurdî panel hat lidarxistin
    Li hember baregeha NY ya li Hewlêrê nesaxan xwepêşandanek lidarxist
    Etîketan:
    Têkiliyên Kurdistan û Iraqê, Çûnhatin, Rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê, , Imad Refet, Kemal Kerkûkî, Hewlêr, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de