13:43 21 Hezîran 2018
Qubad Talebanî

Talabanî xwest ku Salih Muslim were berdan

© AP Photo / TGMWI Kurdistan Regional Government
Iraq
Lînkê kurt
0 40

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî derbarê binçavkirina Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim bertek nîşan da û xwest ku Muslim were serbest berdan.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û tê de got, ji bo Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim azadî. Talabanî herwiha got, ji bo çareseriya pirsgirêkan baştirîn rê lihevgihiştin û diyalog e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta tirk li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin.

Kurê Salih Muslim Welat Muslim ji bo Sputnikê ragihandibû ku nûçeyên dibêjin ‘Salih Muslim êvara borî li Pragê hatiye desteserkirin' rast in û got, ew vê sibehê ji desteserkirina bavî wî agahdar bûne.

Bi heman mijarî:

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo radestkirina Muslim dest bi xebatan kir
Kurê Salih Muslim li ser desteserkirina bavê xwe daxuyanî da
Salih Muslim hat binçavkirin
Salih Muslim: Em bi Şamê re diaxivin
Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike
Etîketan:
Desteserkirin, Daxuyanî, diyalog, Qubat Talabanî, Salih Muslim, çekya, Çekya, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de