05:46 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Parlamentera YNKê: Heyder Ebadî dînarekê jî nade Kurdistanê

© REUTERS / Ludovic Marin
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Endama firaksyona YNKê ya li Parlamentoya Iraqê Rêza Şêx Dilêr dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pilaneka metirsîdar li dijî Herêma Kurdistanê amade kiriye.

Li gorî nûçeyeke Basnewsê Parlamentera kurd û endama firaksyona YNKê ya li Parlamentoya Iraqê Rêza Şêx Dilêr diyar kir ku ew hewl didin daxwazî û giliyên mamostayên Kurdistanê bigihînin hikûmeta Iraqê û got, "Ji ber ku eger heta 10 rojên din jî boykota dibistanan bidome, îsal xwendin li Silêmanî û Helebceyê nayê hesibandin û dê ji bo saleke din bimîne."

Rêzan Şêx Dilêr derbirî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikare kêşeya mûçeyan çareser bike lê heta Herêma Kurdistanê mercên wî yên li ser balafirxane û deriyên li ser sînoran qebûl neke, wê kêşeyê çareser neke û dînarekî jî nede Kurdistanê.

Parlamentera kurd destnîşan kir ku Ebadî dixwaze hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavên welatiyan reş bike û got, "Ebadî dixwaze welatiyên Kurdistanê li dijî hikûmeta Kurdistanê sor bike. Ev pilaneka metirsîdar e û divê xelkê Kurdistanê hişyar bin."

Bi heman mijarî:

Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike
Amerîka di derbarê S-400an de hişyarî da Iraqê
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
Ebadî: Em destûr nadin di êrişa Îranê de axa Iraqê were bikaranîn
Amerîka ji Iraqê daxwaza berhevkirina tankên Abrams kir
Etîketan:
Parlamentera YNKê ya li Parlamentoya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Rêza Şêx Dilêr, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de