16:35 18 Hezîran 2018
Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

Li dijî baregeha Heşda Şeibî êrîşa xwekujiyê pêk hat

© REUTERS /
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku serê sibeha îro xwekujekî li Kerkûkê li nava baregeheke Esayîb Ehlê Heq, ku ew baregeh nêzikî cihê ofîsa YNKê ye, xwe teqand.

Bajarê Kerkûkê
© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Li gorî ragihandina Rûdawê serê sibeha îro di saet derdora 06.30an de li Kerkûkê li nav baregeha Esayîb Ehlê Heq ya bi ser Heşda Şeibî ve, ku beriya 16ê Cotmehê baregeha Partiya Gel ya Tirkmenan bû, bûyereke xwekujiyê pêk hat.

Hat diyarkirin piştî teqînê hêzên ewlehî û dijterorê çûne cihê bûyerê û ew taxa bûyer lê qewimî kontrol kiriye û herwisa rê nadin ku welatî bi peyatî an jî wesayitê nêzikî cihê bûyerê bibin.

Derbarê encama bûyerê de ti zanyarî nehatin ragihandin.

Bi heman mijarî:

Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike
DAIŞê li Kerkûkê dîsa êrişî Heşdî Şeibî kir: Kuştî û birîndar hene
Rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de tê vekirin
Pêşmerge rêya Hewlêr û Kerkûkê vedike
Li Kerkûkê êrîşî Heşda Şeibî kirin
Etîketan:
êrîşa xwekujiyê, Heşda Şeibî, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de