17:40 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Fetwaya kuştina parlamenterekî tirkmen hat dayîn

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku berpirsekî bilind ê rêxistina Heşda Şeibî fetwaya kuştina parlamenterekî tirkmen ê Iraqê derxist.

    Berpirsê giştî yê milîsên Hizbullaha Iraqê Wasiq Betat ku di heman demê de yek ji rêvebirê rêxistina Heşda Şeibî ye bangî çekdarên xwe dike ku rêvebirê tirkmen a şîe ku yek ji endame parlamentoya Iraqê ye Ebas Beyatî bikûjin, eger wî nekûjin xwe micahid nehesibînin.

    Wasiq Betat vîdyoyek parve kiriye û di vîdyoyê de dibêje: "Divê Ebas Beyatî tobe bike û daxwaza lêborînê bike. Eger vê neke divê were kuştin.

    Li gor îdîaya Wasiq Betat, di roja bîranî Îmam Elî de parlamenterê tirkmen Ebas Beyatî sivikayî bi Îmam Elî û pîrozbahiyên şîeyan kiriye û yê ku berevaniya wî bike cezayê mirinê wê ji wî re jî bê dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike
    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
    Ebadî: Em destûr nadin di êrişa Îranê de axa Iraqê were bikaranîn
    Amerîka ji Iraqê daxwaza berhevkirina tankên Abrams kir
    'Endamên DAIŞê hewl didin di hilbijartinên Iraqê de bibin namzed'
    Etîketan:
    Fetwaya kuştina parlamenterê tirkmen hat dayîn, Ebas Beyatî, Wasiq Betat, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de