19:33 24 Hezîran 2018
Konsulxaneya Rûsyayê li Hewlêrê - Iraq - Kurdistan

lraqê 4 jin û 27 zarokên rûsî yên pêwendiya wan bi DAIŞê re çêbûbû şandin welatê wan

© Foto: rusgencons-erbil.mid.ru
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Wezareta Derve ya lraqê ragihand hejmareke welatiyên Rûsyayê ku peywendî bi rêxistina DAIŞê re kiribûn, wan bi rêya hikûmeta Rûsyayê şandine welatê wan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcub da xuyakirin ku çar jin û 27 zarokên rûs ku peywendî bi DAIŞê re kirbûn, wan car din bi destê hikumeta Rûsyayê vegerandiye welatê wan.

Mehcub diyar kir, ew jin û zarokên rûs berî niha hatibûn xapandin û peywendî bi rêxistina DAIŞê ve kiribûn û ji aliyê hêzên ewlehiya lraqê ve hatine desteserkirin.

'WELATIYÊN RÛSÎ KAREKÎ TERORÎSTÎ NEKIRIBÛN'

Berdevkê Wezaretê da zanîn, piştî encamdana lêkolîna ligel wan derket ku hîç karekî terorîstî li hember welatiyên sivîlên lraqê encam nedane, lewma jî li gor yasaya lraqê ew divê vegerin bo welatê xwe ku ji ber wê yekê jî hikumeta lraqê bo Rûsyayê ew vegerandin.

Mehcub herwiha got, "Lê çêdibe li Rûsyayê ji ber peywendiya wan bi DAIŞê û çûyîna wan bo nava rêzên wê bên dadgehkirin."

Bi heman mijarî:

Pûtînî spasiya leşkerên li Sûriyeyê peywir kirine kir
Oya Baydar: Dema ku mesele dibe mesela kurdan hemû partiyên tirk dibin yek
Talebanî: Hêvî dikin piştgiriya Amerîkayê ji bo birêxistina Pêşmergeyan zêde bibe
Trump: Em ê mueyîdeyên herî mezin bisepînin
Sibehê li tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandan tên lidarxistin
Şirketek dest bi ceribandina taksiyên bê şofêr dike
Etîketan:
Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de