05:14 23 Hezîran 2018
Iraq

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye

© AFP 2018 / HAIDAR MOHAMMED ALI
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Wezareta Derve ya Iraqê bersiv da daxuyaniya Endamê Civata Bilind a Şoreşa Îslamî ya Îranê Rehîm Por Azxendî ku gotibû, 5-6 welatên herêmê ji kontrola Amerîkayê derketine û Iraq jî di nav de ketine bin kontrola leşkerî ya Îranê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcub di civîneke rojnamevanî de serbixwebûna Iraqê parast û bersiv da daxuyaniyên rayedarê îranî.

Ehmed Mehcub got, "Iraq pesnê alîkariya hemû welatên cîhanê yên li dijî terorê piştgirî dane Iraqê dide ku yek ji wan Îran e. Lê di heman demê de destwerdana ti welatî ya nav karûbarên navxweyîya Iraqê jî red dike."

Mehcub da xuyakirin, "lraq pabende bi siyaseta destêwernedanê di karubarên hîç welatekî û pirsgrêkeke navçeyê de û lraq dibin rol û kontrola hîç welatekî deverê de nîne û peywendiyên siyasî û aborî jî li ser prensîba rêzgirtina hember ligel tev welatan avakirine û ava dike."

Bi heman mijarî:

'Sivîlên ku diçûn piştgiriya Efrînê hatin topbarankirin'
Esad û nûnerê Pûtîn li ser çareseriya siyasî civiyan
Koalîsyon li xwe mikur hat: Di operasyonan de 841 sivîl mirin
Teqîn li Hesekê: 2 endamên ewlehiyê birîndar bûne
Rayedarê YE: Endîşeyên me yên ji bo Tirkiyeyê neguherîne
Etîketan:
Îran, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de