21:10 21 Hezîran 2018
Serokomarê Lubnanê Imad Mîşal On piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn cara yek serdana Iraqê kir û bi Serokomar Fûad Mehsûm re civiya.

Serokomarê Lubnanê piştî rûxana Sedam cara yekem serdana Iraqê kir

© Foto : Serokomariya Iraqê
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Serokomarê Lubnanê Imad Mîşal On piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn cara yek serdana Iraqê kir û bi Serokomar Fûad Mehsûm re civiya.

Di serdana îro 20ê Sibatê ya Bexdayê de, Serkomarê Lubnanê Imad Mîşal On û Serokmarê Iraqê Fûad Mehsûm hevdîtinek pêkanîn.

Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyeke ku ji Spûtnîkê re jî hatiye şandin, ragihand, "Mehsûm û On tekezî li ser xurtkirina têkiliyên navbera Iraq û Lubnanê kirine û wek pêwendiyên dîrokî yên herdu welatan binav birine."

Serokomarê Iraqê jî hêvî kir ku kompaniyên Lubnanî beşdarî avadankirina Iraqê bibin û spasiya helwesta Beyrûdê ya berdewam li dijî terorê kir.

Serokomarê Lubnanê herwiha daxwaza serdana Fûad Mehsûm bo Lubnanê kir.

Tê çaverêkirin Serokomarê Lubnanê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cîburî re jî bicive ku ji sala 2003yan ve cara yekemîn e serokomarekî Lubnanê serdana Iraqê dike.

Bi heman mijarî:

Piraniya ewropayiyan Rûsyayê wekî perçeyekî Ewropayê nabîne
Nivîskarê navdar Emerîkê Serdar koça dawî kir
Erdogan bo hêzên çûne Efrînê: Bi topbaranê re neçar man vegeriyan
Li Rûsyayê ji bo balyozxaneya Tirkiyeyê pakêteke biguman hat şandin
Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
Balyozê Iraqê: Hebûna leşkerên Tirkiyeyê dagirkerî ye
YPGê derbarê derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo Efrînê de daxuyaniyek da
Rûsya: Leşkerên rûsî di nav kesên ku li Sûriyeyê hatin kuştin de tine ye
Etîketan:
Lubnan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de