17:23 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lîsteya partiyên Herêma Kurdistanê yên ku dê beşdarî hilbijartinên giştî yên Iraqê bibin, hat eşkerekirin. Ji Herêma Kurdistanê 7 aliyên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin.

    Komîsyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinên li Iraqê îro di civîneke rojnamegeran de hejmara lîste û hevpeymaniyên ku dê beşdarî hilbijartinan bibin, eşkere kir.

    Li gorî daxuyaniya komisyonê ji bo beşdarbûna hilbijartinên giştî yên Iraqê navê 25 hevpeyman û 63 partiyan hat ragihandin. Hat diyarkirin ku bi tevahî 6 hezar û 904 kesan jî ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê xwe wekî namzed nişan daye.

    Di nava wan partiyên ku dê beşdarî hilbijartinên giştî yên li Iraqê bibin de 7 partiyên Herêma Kurdistanê cih digirin. Ew partiyên Herêma Kurdistanê ev in: Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Nifşên Nû (partiya Şasiwar Ebdulwahîd e)û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê (partiya Berhem Salih e).

    Hilbijartinên giştî yên li Iraqê dê 12ê Gulana 2018an de werin birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Iraqê: Hebûna leşkerên Tirkiyeyê dagirkerî ye
    Dadgeha Iraqê ji ber ku ‘beşdarî DAIŞê bûye' cezayê darvekirinê da tirkekê
    'Endamên DAIŞê hewl didin di hilbijartinên Iraqê de bibin namzed'
    Li Kerkûkê embara çek û teqemeniyên artêşa Iraqê teqiya
    ‘Dê Tirkiye ji 5 milyar dolarên bide Iraqê, 40 milyar dolaran qezenc bike’
    Mîsyona perwerdeya leşkerên Iraqê berfirehtir dibe
    Etîketan:
    hilbijartinên giştî yên Iraqê, lîste, Tevgera Goranê, YNK, PDK, Komîsyona Bilind ya Serbixweya Hilbijartinên li Iraqê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de