19:10 25 Nîsan 2018
    Pêşveşûna hêzên Heşdî Şebî ber bi Telaferê ve

    Heşda Şeibî gundên erebên sunne yên li nêzikî Kerkûkê wêran dike

    © AFP 2018 / Ahmad Al-Rubaye
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şevê din hêzeka Heşda Şeibî li nêzikî gundê Seduniye yê bi ser qezaya Hewîceyê ya li rojavayê Kerkûkê kete ber êrîşeke çekdarên DAIŞê û di encamê de nêzikî 100 endamên Heşda Şeibî hatin kuştin û birîndarkirin.

    Medyakarê kurd Ubêd Reşîd yê li nêzikî cihê bûyerê ji bo Sputnîk Kurdistanê ragihand ku di êrîşa şevê din de 60 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û 40 çekdarên din jî birîndar bûne.

    Herwisa Reşîd daxuyand ku îro hêzên Heşda Şeibî wekî tolhildanekê bi ser gundê Seduniye û hejmareke din ya gundên derdor yên cihê bûyerê de girt û piştî binçavkirina hejmareka welatiyên wan gundan, malên gundiyan tevde hatin wêrankirin û talankirin.

    Tê gotin ku gundê Seduniye dikeve nêzikî qezaya Hewîceyê ya li rojavaya Kerkukê û xelkê wê qezayê erebên Sunne ne û herwisa piraniya zilamên wan çek hilgirtine û ketine pêş endamên DAIŞê û di sala 2014 an de dest bi êrîşên li ser Kerkûk û navçeyên din yên kurdan kirin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî kuştina 27 milîsên Heşda Şeibî li Kerkûkê operasyoneke mezin hat destpêkirin
    ‘Heşda Şeibî tola endamên xwe yên DAIŞê revandibûn ji erebên sûne distîne’
    Li Kerkûkê şerê dijwar: 27 milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 20 jî hatin revandin
    Di navbera grûbên Heşda Şeibî de pevçûn
    Amerîka: Heşda Şeibî tankên me bi kar anîn
    Etîketan:
    wêrankirin, Heşda Şeibî, Ubêd Reşîd, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de