21:11 24 Nîsan 2018
    Teqîn

    Li Bexdayê teqîn: 5 birîndar

    © AFP 2018 / SABAH ARAR
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê teqînek pêk hat, di teqînê de 5 kes birîndar bûn.

    Fermandarê Navenda Hereket a Bexdayê Saad Maan di axaftina xwe de ragihand ku li herêma Karada ya Bexdayê teqînek pêk hat. Li gor daxuyaniya Maan di teqînê de 5 kes birîndar bûn.

    Saad Maan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Teqîna herêma Karrada ya Bexdayê ji aliyê êrişkaran ve li nêzî navenda masajê ve hat kirin û li gor agahiyên destpêkê 5 kes birîndar bûn."

    Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr û herêma bûyerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat dorpêçkirin.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê bîlançoya şerê DAIŞê eşkere kir: Bi 10 hezaran kuştî
    Wezîrê Derve yê Fransayê piştî Bexdayê serdana Kurdistanê dike
    Bexdayê pişka Kurdistanê kêmtir kir
    Li Bexdayê di balafira Tirkiyê de bi milyonan hebên hişbir hatin girtin
    Barzanî ji bo lihevkirinê dê serdana Bexdayê bike
    Şande Bexdayê gihîşt Hewlêrê
    Etîketan:
    Fermandarê Navenda Hereket a Bexdayê, Saad Maan, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de