13:57 18 Sibat 2018
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Serokê Nuceba: Hetanî Îsraîl têk neçe em nasekinin

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Nuceba Ekrem el Kabî di axaftina xwe de ragihand ku hetanî Îsraîl têk neçe û Quds neyê rizgarkirin em nasekinin.

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Nuceba Ekrem el Kabî di axaftina xwe ya salvegera fermandarê Hizbullahê Îmad Muxniyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin de got: "Hereketa Nuceba ligel Hizbullahê ye. Hetanî Îsraîl têk neçe, Quds neyê rizgarkirin nasekinin û li her noqteyê em ê li dijî rejima siyonîst derkevin."

    Ekrem el Kabî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ligel Hizbullahê ne. Em ê li hemû noqteyan li dijî Îsraîlê derkevin. Hetanî tehdîd ji holê ranebin, Quds rizgar nebe û Îsraîl têk neçe em nasekinin. Bi artêşa Sûriye û leşkerên berxwedêr re li her eniyê mil bi mil em ê li dijî dagirkeran şer bikin."

    El Kabî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo xistina balafira Îsraîlê ku ji aliyê Şamê ve hat xistin de got: "Artêşa Sûriyeyê hêz û desthilatiya xwe li hemberî dagirkeran îspat kir."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Heşda Şeibî tankên me bi kar anîn
    Di navbera grûbên Heşda Şeibî de pevçûn
    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li dijî DAIŞê operasyoneke mezin birêve dibin
    Heşda Şeibî li ser operasyona Duzxurmatûyê daxuyanî da
    Heşda Şeibî ji bo operasyona dijî kurdan hêzeke mezin kom dike
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Etîketan:
    Hereketa Nuceba, Ekrem el Kabî, Îsraîl, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de