04:35 19 Sibat 2018
Zindî
    Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê

    Hikûmeta Iraqê destûr da firînên balafirxaneyan yên li Kurdistanê

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo çûna Umrê destûr da ku balafirxaneyên Herêma Kurdistanê werin bikaranîn.

    Rêveberiya Firokevaniyê ya Sivîla Iraqê daxuyaniyek weşand û tê de got, "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî razî bûye ku balafirên ji bo kesên diçin umrê dikarin ji balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bifirin."

    Herwsia di daxuyaniyê de hat derbirîn ku hikûmeta Iraqê dê ji hejmara çûnhatina balafiran were agahdarkirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê hikûmeta Iraqê li dijî Kurdistanê dest bi ambargoyan kir ku yek ji van jî rawestandina firînên navdewletî yên li balafirxaneyên Herêma Kurdistanê bû.

    Bi heman mijarî:

    Mesud Heyder : Ebadî soza xwe li hember Herêma Kurdistanê şikand
    Johnson ji Ebadî re got: Êdî qedexeya ser Kurdistanê rakin
    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin
    Wezîrê Derve yê Fransayê piştî Bexdayê serdana Kurdistanê dike
    Bexdayê pişka Kurdistanê kêmtir kir
    Etîketan:
    firîn, destûr, Balafirxaneyên Navdewletî yên Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Firokevaniyê ya Sivîla Iraqê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de