04:14 20 Nîsan 2018
    Şengal

    Bexda, Şingalê tev li bernameya avakirina Iraqê nekir

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî şerê DAIŞê, ji bo bajarên Iraqê yên wêranbûyî bernameya jinûveavakirinê hat amadekirin. Di bernameyê de Şingal cih negirt.

    Bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê konferansa avakirina Iraqê bi beşdariya nûnerên 70 welatan li Kiwêtê hat li darxistin. Herwiha nûnerên nêzê 2 hezar şîrketan jî di konferansê de cih girtin. Di konferansê de li ser gelek bajarên ku ji ber şerê DAIŞê zerar dîtinê hatin axaftin. Lê di nav bajaran de cih nedan Şengalê.

    Gor agahiyên ku qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl da, Bexdayê bi taybetî Şingalê tev li vê bernamê nekiriye.
    Mehma Xelîl di derbarê mijarê de van îfadeyan bi kar anî: Hemû dinyayê bi çavên xwe dîtin ku Şingalê çiqas zerarê ji ber şerê DAIŞê dît. Ev jî dide nîşan ku Bexdayê bi taybetî Şingalê tev li bernameya avakirina Iraqê nake.
    Xelîl di axaftina xwe de sedema vê siyaseta hikûmeta Iraqê wiha dinirxîne: Diyar e ku Bexdat bi çevek dijminatiyê li Şingalê dinhêre, sedema vê jî ew ku Şingal cihek Kurdewar e.

    Bi heman mijarî:

    ŞENGAL - Pêşmerge terorîstên DAIŞê topbaran dike
    ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!
    Bi fermana Barzanî Şengal dê ewletir bibe
    PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin
    Etîketan:
    iraq, avakirin, Bexda, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de