04:57 23 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Mesud Heyder : Ebadî soza xwe li hember Herêma Kurdistanê şikand

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Pirsgirêka beşa Herêma Kurdistanê di buceya sala 2018an ya lraqê de ta niha nehatiye çareserkirin û îro roja sêşemê careke din parlemana lraqê hewil da ku roja budceyê bibê liberçavgirtina daxwaziyên nûnerên kurd bipejirîne ji ber ku fişareke tund ji aliyê Serokwezîrê Heyder Ebadî û hin aliyên şiî heye ji bo pejirandina budceyê.

    Di vî warî de parlemanterê fraksyona Tevgera Goran di lijneya karûbarên darayî ya parlemana Iraqê Mesud Heyder ji bo Sputnîk Kurdistanê re îro ragihand, "niha nûnerên kurd hola parlemanê lraqê bicih hêla ji ber ku hin aliyên şiî û sûnî dixwazin projabudceyê bixine nava karê civînê.

    ‘EBADÎ EW SOZA XWE ŞIKANDIYE Û TU GUHERTINEK DI PROJÊBUDCEYÊ DE NEKIRIYE'

    Herwiha parlemantarê kurd xuyakir ku Serokwezîrê lraqê Heyder Ebadî di civîna li gel nûnerên kurd de berî çend rojan got, "ew ê têbinî û daxwaziyên nûnerên Herêma Kurdistanê di projabudceyê de bicî bike, lê wiha xuyabu ku Ebadî ew soza xwe şikandye û tu guhertinek di projêbudceyê de nekiriye û ne tenê daxwaziyên nûnerên herêmê bicî nekirîne, pişka herêma kurdistanê jî nêzî 40 milyar dînaran kêm kiriye.

    ‘HETA KU DAXWAZÊN HERÊMA KURDISTANÊ DI BUDCEYA IRAQÊ DE NEYÊN BICÎKIRIN PARLEMENTERÊN KURD RÊ NADIN EW BUDCE BÊ PERJANDIN'

    Herwesa Mesud Heyder ew yek jî got: "heta ku daxwazên Herêma Kurdistanê di budceya lraqê de neyên bicîkirin parlemantarên kurd rê nadin ew budce bê pejirandin."

    Derbarê helwesta aliyên şiî û sunnî li hember budceyê ragihand, "Ebadî daxwazyên hinek alyên şiî û sunnî jî bicî nekirîne û ew jî niha dilgiran in li ser budceyê û dixwazin carê nekeve di karnama civînên parlementoyê de ta rêketina hemû aliyan li ser bê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Johnson ji Ebadî re got: Êdî qedexeya ser Kurdistanê rakin
    ‘Ebadî nikare rê li ber gendeliyê bigre û tiştên ku dibêje ji bo hilbijartinê ne'
    Ebadî bi wezîrê hikûmeta Sûriyê re civiya
    Ebadî vekişîna beşek ji leşkerên amerîkî piştrast kir
    Namzedê lîsteya Heyder Ebadî li Kerkûkê hat kuştin
    Fraksiyonên Kurdistanê li dijî Heyder Ebadî derketin
    Etîketan:
    projebudçe, budçe, Mesud Heyder, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de