17:03 24 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    ‘Ebadî nikare rê li ber gendeliyê bigre û tiştên ku dibêje ji bo hilbijartinê ne'

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Parlamentoya Iraqê yê bi ser lîsteya PDKê Erdelan Nûredîn di axaftina xwe de ragihand ku Ebadî nikare rê li ber gendeliyê bigre û tiştên ku dibeje jî ji bo hilbijartinê ne.

    Endamê Parlamentoya Iraqê yê Lijneya Destpakiyê ku bi ser lîsteya PDKê ye Erdelan Nûredîn di axaftina xwe de got: "Li gor agahî û dosyayên berdestê me gendeliya li Iraqê roj bi roj zêdetir dibe."

    Erdelan Nûredîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikare bi ti awayî li dijî gendeliyê şer bike û tiştên ku dibêje hemû ji bo propagandeya hilbijartinê ne."

    Nûredîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heta niha fermana girtina yek berpirsên hikûmetê yên ku gendelî kirine, jî nehatiye dayîn û ev jî nîşan dide hikûmet li hember gendeliyê lawaz e."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bi wezîrê hikûmeta Sûriyê re civiya
    Ebadî vekişîna beşek ji leşkerên amerîkî piştrast kir
    Civîna di navbera Serokwezîrê Îraqê Ebadî û partiyên Kurd de bi dawî bû
    ‘Ebadî kurdan razî neke nikare budçeyê bide pejirandin’
    Fraksiyonên Kurdistanê li dijî Heyder Ebadî derketin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de