02:31 20 Nîsan 2018
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    ‘Bexdadî ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji serokatiya rêxistinê berda'

    © AP Photo /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona CNN a Amerîkayê di nûçeya xwe de ragihand ku Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji serokatiya rêxistinê berda.

    Li gor daxuyaniya rêvebirên amerîkî ku dispêrên koçber û DAIŞiyên dîl, Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî gulana sala borî di êrişêke hewayî de birîndar bû û ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji rêvebiriya rêxistinê berda.

    Heta niha ti welatekî ji bo kuştina Bexdadî ti delîlek pêşkêşî raya giştî nekiriye.

    Li gor pêşbîniyan, Ebûbekir Bexdadî li herêma el Cezîre ya navbera Iraq û Sûriyeyê dijî. Koalîsyona hevpeyman ku serokatiya wê Amerîka dike bi hêviya ku Bexdadî bibîne û herêmê ji rêxistinê paqij bike operasyonên xwe didomîne.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Iraqê: Bexdadî li Sûriyê di nexeşxaneyekê de tedawiyê dibîne
    Iraqê Bexdadî xiste lîsteya 'kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin'
    Di lîsteya ‘kesên ku girtina wan tê xwestin' de navê Bexdadî tune ye
    Amerîkayê îdiaya rojnameya Yenî Şafakê ku Bexdadî hatiye girtin derewand
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    Etîketan:
    DAIŞ, Ebûbekir Bexdadî, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de