02:27 25 Gulan 2018
    Dolar

    Hikûmetê di nava sê salan de 25 milyar dolar deyn kir

    © Sputnik /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê di nava sê salên borî de zêdetirî 25 milyar dolar deyn kiriye û ji vî pereyi qet para Kurdistanê nedaye.

    Li gor daxuyaniya endama lijneya darayî li encûmena nûnerên Iraqê Necîbe Necîb, di sê salên borî de Iraqê 25 milyar dolar deyn kiriye û ji wî pareyî hîç nedaye herêma Kurdistanê.

    Necîbe Necîb di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Li gor zanyariyên ku ketine destê me, zêdetirî 25 milyar dolar Iraqê pere deyn kiriye û niha jî pêdana deyn ji bo Iraqê berdewam e. Lê ew deynane her sal behsa wan tê kirin, lê gelê Iraqê agahiya xwe ji wan deynan tineye û nizanin hikûmeta wan çima deyn werdigre û welat çawa dixin bin deynan de."

    Necîb di berdewamiya axaftina xwe de got: "Min daxwaz ji desteya encûmena nûnerên Iraqê kiriye bangî nûnerên Iraqê bikin ku li pêş parlamentoyê çawaniya wan deynan ronî bikin û pêwiste nûnerên gel agahdarî karên hikûmetê bin û wan deynan çawa werdigrin. Mixabin serokatiya parlamentoyê bi ti awayekê ew daxwaz bicîh neanîne."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Iraqê: Bexdadî li Sûriyê di nexeşxaneyekê de tedawiyê dibîne
    Kurdistanê petrol radestî Iraqê kir, lê pereyê petrolê dîsa nayê dayîn
    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li dijî DAIŞê operasyoneke mezin birêve dibin
    Parlamentoya Iraqê ceza li 3 parlamenterên kurd birî
    Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê li hev kom bûn
    Barzanî: Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê neşandiye
    Etîketan:
    Hikûmeta Iraqê, Necîbe Necîb, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de