18:23 20 Gulan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Bexdayê pişka Kurdistanê kêmtir kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta navendî ya Bexdayê li şûna pişka salane ya Herêma Kurdistanê zêde bike, kêmtir kir. Heyder Ebadî berovajî sozên xwe û daxwazên kurdan, cardin pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê kêm kir.

    Li gor agahiyên endamê Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder, Ebadî reşnivîseke din a projeqanûn bûdceya Iraqê ya ji bo sala 2018an ku hatiye destkarîkirin, ji parlamentoyê re şandiye, lê belê li şûna ku pişka Herêma Kurdistanê zêde bike, hê jî pişka Kurdistanê kêmtir kiriye.

    Heyder di axaftina xwe de got: "Li gor reşnivîsa nû ya projeyasaya bûdceyê ku ji parlamentoya Iraqê re hatiye şandin, ji pişka ku berê ji Herêma Kurdistanê re hatibû diyarkirin, Ebadî nêzîkî 50 milyar dînarên din jî kêm kiriye. Ew yek cihê matmayînê ye, xuya ye ku Ebadî dixwaze arîşe û aloziyan derxîne ji bo ku projeqanûna bûdceyê neyê pesendkirin."

    Wek tê zanîn Serokwezîrê Iraqê pêştir di bûdceya giştî ya Iraqê de 6 trîliyon û 643 milyar dînar weke pişka Herêma Kurdistanê diyar kiribû, lê belê niha ew rêje ji bo 6 trîliyon û 597 milyar dînar hatiye kêmkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê di balafira Tirkiyê de bi milyonan hebên hişbir hatin girtin
    Hewlêrê û Bexdayê li ser budceyê dîsa li hev nekirin
    Barzanî ji bo lihevkirinê dê serdana Bexdayê bike
    Ji Bexdayê daxuyaniya Efrînê: Em êrişê şermezar dikin
    Herêma Kurdistanê: Ji bo mûçeyan tu pere ji Bexdayê nehatiye ji me re
    'Kurdistanê 4 peyman bi Bexdayê re îmze kirin'
    Etîketan:
    Iraqê pişka Kurdistanê dîsa kêm kir, Mesûd Heyder, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de