00:39 27 Gulan 2018
Parlementoya Herêma Kurdistanê

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Kiwêtê bi rê ket

© Foto : Parlementoya Herêma Kurdistanê
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Îşev ligor dema Hewlêrê saet 8an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî kongreya welatên alîkarên lraqê ku biryar e li Kiwêtê bê lidar xistin ber bi welatê Kiwêtê bi rê ket.

Berpirsê Medya û Peywendiyê li parêzeha hewlêrê Hemze Hamid ji bo Sputnîk Kurdistan ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandanê Dr. Elî Sindî û Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê Derbaz Kosert Resul û her sê parêzgarên Herêma Kurdistanê Hewlêr û Dihok û Silêmanî pêk hatiye.

‘BEŞDAR WÊ LI SER ÇEWANIYA ALÎKARÎKIRINA LRAQÊ Û BERPAKIRINA AŞTÎ Û PEKVEJIYANA NETEWÎ Û OLÎ GUTUBÊJAN BIKIN'

Herweha da xuyakir ku şanda Herêma Kurdistanê wê beşdarî di kongreya alîkarîkirina lraqê de li welatê Kiwêtê bike ku biryar e di rojên 12 tû 14 meha sibatê bê li dar xistin û tê da welatên beşdar wê li ser çewaniya alîkarîkirina lraqê bi taybetî di warê avedankirin û weberhênan û berpakirina aştî û pekvejiyana netewî û olî gutubêjan bikin.

'NABE KU HERÊMA KURDISTANÊ JI ALÎKARIYÊN BÊPAR BIMÎNE'

Derbarê armanca şanda Herêma Kurdistanê jî şêwermendê wezareta planê da xuyakirin armanc tenê ew e ku Herêma Kurdstanê beşeke ji Iraqê nabe bê beş bibe ji wan alîkariyên ku biryar e di kongrê de bo Iraqê bên başkirin û biryar li ser bên dayîn.

Bi heman mijarî:

TSK: Li Efrînê 7 leşkeran can da, 4 jî birîndar bûn
Bihayê petrolê yekem car e ku ewqas daket
Li Tirkiyeyê 48 endamên DAIŞê hatin desteserkirin
Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
HSDê derbarê xistina helîkoptera Tirkiyeyê de daxuyanî da
Etîketan:
kongre, serdan, Şande, Sputnik Kurdistan, Elî Sindî, Kiwêt
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de