01:11 26 Nîsan 2018
    goristanên mûsilê

    Li Mûsilê cinaze di goristana cihûyan ya ku DAIŞê wêran kiribû de tên definkirin

    © Sputnik / Nazek Muhammed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Mûsilê goristanên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn xerabkirin, ji bo cenazeyên nû cardin tên kolandin.

    Goristana cihûyan ya li bakûrê Mûsilê di sala 1948 de hatibû girtin. Piştê ku DAIŞê bajar dagir kir goristanê bi temamî xerab kir û xwest ku li wir parka wesayîdan çê bike. Îro li heman goristanê gorên nû tên kolan. Van gorên nû ji bo kesên ku di pêvajoya şerê xelaskirina Mûsilê hatin kuştin tên kolandin. Lewra miletê Mûsilê cih nabînin ku cenazeyan lê defin bikin.

    Bajariyê Mûsilê yê 50 salî Mahmud Şukr ji Spûtnîkê re li ser rewşa Mûsilê axivî: Li vê goristanê me carinan di rojê de 3-6 kes defin dikirin. Me vê goristanê bi kar dianî lewra ji ber şer em nekarîbûn bigihîjin goristanên din. Mahmud Şukr di dewamiya axaftina xwe de van agahiyan dan, "goristan biçûk e me heya îro 150 kes li vir defin kirin, hemû jî ji taxên nêzê vir in. Di nava wan de gelek zarok û jin jî hebûn."

    Bi heman mijarî:

    Memozînî: Bexdadî dizanîbû wê Mûsil bikeve, lewma reviya
    Sererkanê Iraqê: Mûsil hetanî 3 hefteyan rizgar dibe
    Fallon: "Divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin"
    Heta niha 161 hezar kesî Mûsil terikandiye
    Etîketan:
    Daiş, goristan, mûsil, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de