08:24 23 Nîsan 2018
    tiryak-madeya hişbir-eroîn

    Li Bexdayê di balafira Tirkiyê de bi milyonan hebên hişbir hatin girtin

    © AP Photo / Matt Rourke
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Hat ragihandin ku di nav balafireke Tirkiyê ya îro 9ê Sibatê sefera Bexdayê kiriye de, bêhtirî 7 milyon heb û madeyên hişbir hatine girtin.

    Rêveberiya Desteya Destpakiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja înê li balafirgeha Bexdayê, di balafirgeheke ji hêla esmaniya Tirkiyê hatiye de, gelek heb û madeyên hoşber hatine desteserkirin.

    Li gor daxuyaniyê de hat gotin, "Bi hemahengî ligel nivîsîngeha lêkolîna giştî ya saziya hewalgîriya niştîmanî karîn barek madeyên hoşber desteser bikin ku bi rêya hêla esmaniya Tirkiyê bo Bexdayê hatibûn."

    BÊHTIRÎ 7 MILYON HEBÊN HIŞBIR HATIN DESTESERKIRIN

    Hat eşkerekirin ku ew made ji heft milyon û sêsed û heştê û heft hezar heban pêk hatibûn ku li welatê Almanya hatîne çêkirin û bi transît ji welatê çînê hatîne û bi navê kel û pelên ciwankariya amurên mobaylan. Lê derket holê ku hemû hebên xwarinê yên hoşberiyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Lubnan: Dibe ku em lîmanên xwe ji keştiyên Rûsyayê re vekin
    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
    Ji ber ku alîkarî daye DAIŞê ji şirketeke tirk re biryara mueyideyê hat dayîn
    PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir: Leşkerek mir
    Lîstika şanoyê ji ber ku peyama 'aşitiyê' dide hat betalkirin
    ‘Tillerson di serdana Enqereyê de dê bixwaze ku demildest dawî li operasyona Efrînê were'
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de