09:50 24 Nîsan 2018
    bajarê mûsilê

    Bajariyên Mûsilê miriyên xwe di mala xwe de defin dikin

    © AP Photo / Felipe Dana
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bajarê Mûsilê beriya heft mehan ji DAIŞê hat xelaskirin lê pirsgirêkên bajêr xelas nebûn. Bajarî ji bo definkirina miriyan cih nabînin.

    Um Ammar 60 salî ye û li Mûsilê li taxa Menkubê dijî. Um Ammar di axaftina xwe ya ji Spûtnîkê re van gotinan anî ziman. "Ez mecbûr mam min zarokên xwe di nav mala xwe de defin kir. Di şerê Musilê de ji malbata min 5 kes mirin. Hemûyan min bi destê xwe defin kir. Ewil xanima min dûre jî kurê min ê 36 salî Başar Abadî mir.

    ‘KURÊ MIN ÎNFAZ KIRIN'

    Ammar di derheqê kurê xwe de van gotinan kir: DAIŞê xwest ku kurê min tev li wan bibe. Kurê min ew qebûl nekir. Ji ber vê jî kurê min înfaz kirin. Bûka min jî di bombebarana di dema xelaskirina Mûsilê de birîndar bû, seqet ma, niha kes tune li zarokên wê binhêre.
    Ammar di derbarê kurê xwe yê Salih de jî van îfadeyan bi kar anî, "kurê min ê Salih jî dûre di bombebaraneke din de hat kuştin, wexta ku mir 22 salî bû. Min cih nedît ku ez kurê xwe lê defin bikim. Min wî di nav malê de defin kir û ser wî tenê bi xalîçeyan girt."
    Um Ammar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû sazî û dewletên cîhanê kir da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mûsilê gav bavêjin.

    Bi heman mijarî:

    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Memozînî: Bexdadî dizanîbû wê Mûsil bikeve, lewma reviya
    ‘Mûsil wê beriya meha Remezanê rizgar bibe'
    Fallon: "Divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin"
    Etîketan:
    Mirin, Mûsil, bajar, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de