21:17 23 Gulan 2018
    Pêşveşûna hêzên Heşdî Şebî ber bi bajarê Telaferê ve

    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li dijî DAIŞê operasyoneke mezin birêve dibin

    © REUTERS / Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi ser gelek malên hucre yên DAIŞê de operasyoneke mezin birêve dibe. Operasyon ev 2 roj in berdewam dikin. Fermandarê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu ji bo Sputnikê diyar kir ku ew li Xurmatû û Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyonê birêve dibin û got, di operasyonê de gelek DAIŞî hatine kuştin û hinek ji wan bi saxî hatine girtin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Heşda Şeibî hatin girtin, artêşa Iraqê û hêzên tirkmenî yên Heşda Şeibî li bejahiya Iraqê li hemberî milîtanên DAIŞê yên ku carinan li Kerkûk, Xurmatû û Hewîceyê êrîşan pêk tînin, operasyoneke berfireh li dar xist. Operasyona ji 3 aliyan ve û bi piştgiriya topavêj û êrîşên hewayî tê birêvebirin û di çarçoveya operasyonê de 4 gund şûnde hatin girtin. Herwisa 40 mayin, 2 wesayitên bombebarkirî û 5 tunel jî hatin îmhakirin.

    ‘OPERASYON BERDEWAM DIKE Û GELEK CIH HATIN KONTROLKIRIN'

    Fermandarê tirkmenî yê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu derbarê operasyonê de ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku ev 2 roj in li dijî wan terorîstên DAIŞê operasyon tê birêvebirin. Tuzlu ev tişt gotin, "Li Xurmatû, Kerkûk û Hewîceyê li dijî artêşa Iraqê û sivîlan êrîş tên pêkanîn. Carinan li hemberî bajarê Xurmatûyê jî bi hewanan êrîş tên kirin. Ji bo rêgirtina li van êrîşan me duhî ligel hêzên artêşa Iraqê dest bi operasyonekê kir. Operasyon berdewam dike û gelek cih hatin kontrolkirin. Mayin û tunel hatin paqijkirin."

    ‘LI HEWÎCEYÊ HÊJ JÎ DAIŞ HEYE'

    Tuzlu bal kişand ser ku DAIŞ hêj li herêma Hewîceyê heye û got, "Li wir carinan operasyon tên lidarxistin. Li gundên Hewîceyê DAIŞ hêj jî heye. Li bejahiya Hewîceyê artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û polîsên antî-terorê bi hevkarî operasyonê birêve dibin. Di operasyonan de gelek milîtanên DAIŞê hatin kuştin."

    ‘LI DIJÎ RÊXISTINA ALAYA SPÎ JÎ OPERASYON HENE LÊ EM NIZANIN EW JI KÊ PÊK TÊ'

    Fermandarê Heşda Şeibî Tuzlu ragihand ku ew li rojhilatê Hewîceyê li dijî rêxistina bi navê Alaya Spî jî operasyonan li dar dixin û wisa berdewam kir: "Ev rêxistina bi navê Alaya Spî carinan êrîşê Xurmatûyê dike. Hêj em nizanin rêxistina Alaya Spî ji kê pêk tê. Hinek dibêjin ji milîtanên DAIŞê pêk tê hinek jî dibêjin ji kurdên serxwebûnxwaz pêk tê. Me hêj tespît nekiriye ji kê pêk tê."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê ceza li 3 parlamenterên kurd birî
    Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê li hev kom bûn
    Barzanî: Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê neşandiye
    Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
    Iraqê Bexdadî xiste lîsteya 'kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin'
    Haşdî Şabî gef li Amerîkayê xwar: Eger hûn ji Iraqê derneyên emê bi we re şer bikin
    Komisyona hilbijartinên Iraqê Helebce ji parêzgehbûnê derxist
    Etîketan:
    operasyon, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Fermandarê tirkmenî yê Heşda Şeibî, Kenan Tuzlu, Xurmatû, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de