04:03 27 Nîsan 2018
    Parlamentoya Sûriyê

    Parlamentarê Kurd ê Sûriyê: Hikûmeta Sûriyê alîkariya çekan ji bo Efrînê dide YPGê

    © REUTERS / SANA
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Sûriyê û Serokê Destpêşxeriya Niştimaniya Kurdên Sûrî, Omer Osê got ku hikûmeta Sûriyê li Efrînê alîkariyê dide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekan ji wan re dişîne.

    Omer Osê di bultena televizyona Rûdawê de axivî û behsa helwesta hikûmeta Sûriyê ya derbarê êrîş û operasyona artêşa Tirkiyê ya bi ser Efrînê de kir.

    'ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BERDEWAM BIKIN DÊ ARTÊŞA SÛRIYÊ DERBASÎ SÎNORÊ EFRÎNÊ BIBE'

    Osê got ku rêveberiya Sûriyê alîkariya çekan di şerê Efrînê de li YPGê dike û got, "Eger êrişên Tirkiyê li ser Efrînê berdewam bin, dê Artêşa Sûriyê derbasî ser sînorên Efrînê bibe."

    Osê destnîşan kir, ku eger şer li Efrînê berdewam be û êrişên Tirkiyê bo ser wê herêmê bidomin, dê Artêşa Sûriyê hêzên xwe li ser sînorê Efrînê bicih bike û erkê xwe ji bo parastina kurdan û Efrînê pêk bîne:

    "Erkê hikûmet û artêşa Sûriyê ye, ku hemû sînorê axa xwe û herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc biparêze."

    'EFRÎN BAJARÊ KURD Û SÛRIYÊ YE'

    Omer Osê diyar kir, "Ji aliyê prensîbî ve erkê hikûmeta Sûriyê ye ku li Efrînê piştgiriya gelê Kurd bike û hevkariyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji ber ku Efrîn bajarekî Kurdî ye û di heman demê de bajerekî Sûriyê ye jî."

    Osê aşkere kir, ku hikûmeta Sûriyê piştî êrişên Tirkiyê bo ser Efrînê jî çek dane YPGê û wiha pê de çû:

    "Li gorî zanyariyên min, Artêşa Sûriyê çek û cebilxane pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel kiriye û ez daxwaz dikim, hemahengiya heyî ya di navbera aliyan de were bipêşxistin, ji bo piştevaniya herêma Efrînê ji êrişên esmanî yên Tirkiyê."

    'SÛRIYE AMADE YE OTONOMIYÊ BIDE KURDAN'

    Li ser pirsa, gelo hikûmeta Sûriye amade ye çi bide kurdan, Omer Osê got: "Sûriye amade ye, curek ji curên otonomî yan xweseriyê bide kurdan û ji bo wê yekê qanûna encumenên xwecihî sererast bike û pêş bixe."

    Osê diyar kir, ku mafê kurdan li Şamê ye û bang li PYD, ENKS, partiyên din ên Kurdî û kesatiyên serbixwe yên Kurd kir, ku serdana Şamê bikin û daxwaza mafên xwe ji Şamê bikin.

    'PARLAMENA SÛRIYÊ LI SER EFRÎNÊ CIVÎN LI DAR XIST'

    Osê wiha axivî: "Dewleta Tirkiyê bi êrişên xwe yên hovane bo ser Efrînê, serweriya Sûriyê binpê kiriye û ji ber wê lênihêrînê jî helwesta dewleta Sûriyê pêşketî bû û ji min re jî suprîz bû, dema ku Serok Beşar Esed êrişa Tirkiyê bi dijminatiya aşkere bi nav kir."

    Parlamentarê Sûriyê da xuyakirin, "Li ser daxwaza min parlamentoya Sûriyê civîneke taybet ji bo gotûbêjkirina rewşa Efrînê û êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê li dar xist û me daxuyaniyeke nivîskî derbarê wê yekê de jî derxist."

    'HIKÛMETA SÛRIYÊ NAMEYA NERAZÎBÛNA ÊRÎŞA EFRÎNÊ DA NYYÊ'

    Osê li ser êrîşa Efrînê herwiha bi bîr xist, "Şanda hikûmeta Sûriyê di civîna Viyenayê de jî ku di 25ê Çileya bihorî de hat lidarixstin, nameyeke nerazîbûnê li ser êrişa Tirkiyê ya bo ser Efrînê radestî Nûnerê Netewên Yekbûyî kir."

    'TI ROLA HIKÛMETA SÛRIYÊ DI OPERASYONA EFRÎNÊ DE NÎNE'

    Parlamenterê Kurd bal kişand ser ku ti hemahengiyek di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de derbarê êrişa ser Efrînê de çênebûye û tekez kir, "Rûsyayê glûpa kesk ji bo êrişa Tirkiyê ya ser Efrînê pêxist."

    Omer Osê herwiha li ser rewşa Efrînê got, "Hemahengiyeke Rûsî-Tirkî û herwiha hemahengiyeke Amerîkî-Tirkî" heye û da zanîn, ti rola hikûmeta Sûriyê di wê yekê de nîne û "rêveberiya Şamê li derveyî vê hevkêşeyê" ye.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bi wezîrê hikûmeta Sûriyê re civiya
    Namzetên hevserokatiya HDPê diyar bûn
    'Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Siryanî gihîştin eniyên şer ên Efrînê'
    Heşda Şeibî li ser operasyona Duzxurmatûyê daxuyanî da
    Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
    Mevlut Çavuşoglu û Cavad Zarif li ser Soçiyê axivîn
    Fermandarê amerîkî serdana Minbicê û Meclîsa Leşkerî kir
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de