01:02 21 Nîsan 2018
    helepçe helebçe

    Komisyona hilbijartinên Iraqê Helebce ji parêzgehbûnê derxist

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di lîsteya dabeşkirina kursiyên hilbijartinên parlamentoyê de, Helebce wek qezaya Silêmaniyê nîşan da û parêzgehbûna wê qebûl nekir.

    Her ku 31ê meha 12an a 2013an Desteya Wezîrên Iraqê bi piraniya dengan parêzgehbûna Helebceyê pesend kiribû û 13ê meha 3yan a 2014an jî parlamentoya Iraqê wek parêzgeha 19emîn a Iraqê biryar îmze kiribû jî di lîsteya dabeşkirina parlamenteran de navê Helebce nehat danîn û wek navçeya Silêmaniyê hatiye hesabkirin.

    HEJMARA KURSIYÊN SILÊMANIYÊ JÎ WEK XWE MAYE

    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Li gor lîsteya hilbijartinan a hatiye belavkirin, Helebce wek navçeya Silêmaniyê hatiye nîşandan û digel ku kursiyên 18 parêzgehên Iraqê hatine dabeşkirin, kursiyên Helebceyê nehatine dabeşkirin.

    Dê di hilbijartinên 12ê Gulana 2018an a Iraqê de, kursiyên parlamentoyê yên parêzgeha Silêmaniyê wekî berî 18 bin û bêyî zêdekirinê Helebce jî li ser bê hesabkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji doza rêveberê DAIŞê yê Tirkiyê 3 kes hatin berdan
    Ebadî vekişîna beşek ji leşkerên amerîkî piştrast kir
    ‘Mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê ji sedî yek bandorê li hilberîna wê dike'
    Xebatkarê Bitcoinê, ji Bitcoinê milyonek û 300 hezar lîre dizî
    Muzîka kurdî bû sedema mohrkirina çayxaneyê
    Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
    Welatiyê ku dixwest xwe bikuje çayê, şekir, rûn û bileteke otobêsê xwest
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de