14:34 20 Gulan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî vekişîna beşek ji leşkerên amerîkî piştrast kir

    © AP Photo / Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna heftane de daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştrast kir û diyar kir, piştî têkdana DAIŞê hatiye plankirin ku leşkerên amerîkî yên li Iraqê werin kêmkirin.

    Li aliyê din hêzên Heşda Şeibî yên şîe jî gef li Amerîkayê xwaribûn û gotibûn, ger leşkerên amerîkî ji Iraqê venekişin ew dê êrîşê wan bikin.

    Ebadî bal kişand ser ku hatina Amerîkayê bo Iraqê li ser daxwaza serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî bûye û li dema wî jî li dijî terorê bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar hatiye kirin.

    Serokwezîrê Iraqê li ser daxuyaniyên kêmkirina hêza Amerîkayê li Iraqê piştrast kir ku plana vekişîna leşkerên amerîkî ji Iraqê heye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê ji sedî yek bandorê li hilberîna wê dike'
    Xebatkarê Bitcoinê, ji Bitcoinê milyonek û 300 hezar lîre dizî
    Muzîka kurdî bû sedema mohrkirina çayxaneyê
    Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
    Welatiyê ku dixwest xwe bikuje çayê, şekir, rûn û bileteke otobêsê xwest
    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Etîketan:
    Iraq, Amerîka, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de