08:33 23 Nîsan 2018
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    Iraqê Bexdadî xiste lîsteya 'kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin'

    © AP Photo /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Ewlehiya Iraqê lîsteyeke nû a ‘kesên ku girtina wan tê xwestin' ku 13 kesan pêk tê belav kir. Di lîsteya nû de Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û cîgirên wî jî cih girtin.

    Dadgeha Bilind a Iraqê lîsteyeke nû a ‘kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin' amade kir. Di lîsteya nû de Serokê DAIŞê Bexdadî jî cih girt.

    Ji ewlekariya Iraqê rayedarekî ji AFPê re derbarê lîsteyê de axivî, "Herî zêde girtina van kesan tê xwestin. Di heman demê de Interpol jî girtina wan kesan dixwaze."

    Di lîsteya nû de ji bilî Bexdadî navên 7 endamên DAIŞê yên Iraqî derbas dibin. Kesên din xelkên Siudî, Urdinî, Yemenî û Qeterî ne.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê Dadgeha Bilind a Iraqê lîsteyeke ji ‘kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin' amade kiribû û ji hêzên ewlehiyê re şandibû lê di lîsteyê de navê serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadî tune bû.

    Bi heman mijarî:

    Di lîsteya ‘kesên ku girtina wan tê xwestin' de navê Bexdadî tune ye
    Amerîkayê îdiaya rojnameya Yenî Şafakê ku Bexdadî hatiye girtin derewand
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    Kremlinê derbarê îdîayên girtina Bexdadî de daxuyaniyek da
    Alnahar: Ebûbekîr Bexdadî xwe li çolê vedişêrê
    Etîketan:
    lîste, Kesên ku herî zêde girtina wan tê xwestin, DAIŞ, Bexdadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de