00:59 21 Nîsan 2018
    Xwepêşandana mamosteyên kurd ên li Siliêmaniyeyê

    Mamoste Adil Elî: Heta mûçeyên me neyên dayîn em dê baykotê berdewam bikin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro li bajarê Silêmaniyê bo yekem car hejmareke mamostayên Herêma Kurdistanê li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî lidar xistin.

    Mamoste Adil Elî ku yek ji mamostayên xwenîşandana îro bo Sputnîk Kurdistanê ragihand, "Me li djî Hikûmeta lraqê xwenîşandan kirin jiber ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî her heftyekî di kongreya xwe ya rojnamevanî de dibêje em ê mûçeyê fermanberên wezaretên perwerde û tendirûstya Herêma Kurdistanê bişînîn, lê ta niha hîç muçeyek nehatiye şandin."

    'EM DIXWAZIN KU EBADI SOZ Û PEYMANÊN XWE LI HEMBER FERMANBERAN CÎBICÎ BIKE'

    Mamoste Elî got, "Me îro bi zimanê erebî li ser lafîte û tabloyên xwe nivîsandibû û ji Serokwezîrê Iraqê Ebadî xwest ku soz û peymanên xwe li hember fermanberên perwerda Herêma Kurdistanê cîbcî bike û rizqê welatiyan têkilî siyasetê neke."

    'EMÊ BOYKOTÊ BERDEWAM BIKIN'

    Herweha Mamoste Adil Elî da xuyakirin ku ew ê boykotê berdewam bikin û niha jî kes ji wan mamostayan naçe dibstanan û dergehên dibstanan li Silêmanyê daxistî ne.
    Mamosta Adil Elî we yek jî got, "me daxznama xwe da destê nivsîngeha perlemantarên lraqê li bajarê Silêmanyê jiboy ku wek perlemantar ew jî fişaran bikin li ser hikumeta Bexdayê ku soz û peymanên xwe li hember me cîbcî bike.
    bo demê nêzî mehekê ye serok wezîrên lraqa fedral Heyder Ebadî soz bi mamostayên herêma kurdistanê daye ku hikumeta lraqê wê mûçeyên wa bişîne, lê tanihu neşandîne.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê: Ji bo mûçeyan tu pere ji Bexdayê nehatiye ji me re
    Berhem Salih: Ebadî soz da mûçeyan bide û balafirgehan veke
    Herêma Kurdistanê dest bi belavkirina mûçeyan dike
    Wezîrê Herêma Kurdistanê li ser şandina mûçeyan daxuyanî da
    Etîketan:
    Boykota dibistanan, boykot, mûçe, Sputnik Kurdistan, Adil Elî, Silêmaniyê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de