08:18 23 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Bexda ji bo petrola Kerkûkê haziriya operasyonê dike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 02

    Demek berê hikûmeta navendî ya Bexda û Tehranê ji bo veguhestina petrola Kerkûkê bo Îranê li hev kiribû. Petrola Kerkûkê hem bi tanker û hem jî wê bi xeta boriyan were veguhestin.

    Hat ragihandin ku hikûmeta navendî ya Bexdayê ji bo ewlehiya herêmên ku xeta borî ya petrolê têde derbas dibe bigre haziriya operasyoneke leşkerî dike.

    Li gor nûçeya ajansa Reutersê, operasyona leşkerî ya artêşa Iraqê plan dike ku ji herêma Çiyayê Hemrîn destpê bike û hetanî Xenaqîn û sînorê Îranê dewam bike.

    Li gor berpirsên bilind ên iraqî li wê herêmê hinek grûbên çekdar ên nenas hene û armanca operasyonê paqijkirin û ewlehîgirtina xeta borî ya petrola Kerkûkê ku diçe Îranê ye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Iraqê li gel BPyê momerandûmeke lihevkirinê ji bo petrola Kerkûkê îmze kir
    Parlemana lraqê şirketa kar ya nêzîkî PDKê ji petrola Kerkûkê dûrxist
    Wezîr ji bo sewkiyata petrola Kerkûkê dîrok da
    SOMO: Iraq û Îranê li ser şandina petrola Kerkûkê li hev kir
    Etîketan:
    Veguhestina petrola Kerkûkê bo Îranê, Artêşa Iraqê, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de