03:11 23 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Min û Barzanî li ser nexşerêyekê li hev kir

    © REUTERS / Ludovic Marin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku li Zîrweya Aborî ya Davosê di civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de herdu alî gihîştine rêkeftinê.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya ligel rojnameyeke Misrê de ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê got, "Di despêkê de divê bibêjm, beşekê kêşeyên kurd dîrokî ye. Kêşeya kurd piştî yekbûna Iraqê kêşeya sereke ya hikûmetê bû. Niha kêşeyên petrol û mûçeyên karmendan heye û em li ser dixebitin ku van kêşeyan çareser bikin."

    Ebadî di axaftina xwe parast ku ew rexneyê li nebûna şefafiyetê digirin û ji ber ku karûbarên Herêma Kurdistanê bi şêweyekî hizbî tên birêvebirin, ew wan red dikin.

    Serokwezîrê Iraqê derbarê civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Davosê de got, me di wê civînê de li ser nexşerêyekê li hev kir û hêvî dikim wê bi awayekî rêkûpêk were bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Li Iraqê tundûtûjî berdewam e: 115 mirî û 255 kes jî birîndar bûn
    Kurdistan û Iraqê li ser 6 xalan li hev kir
    Berdevkê Ebadî: Ne pêkan e Tirkiye operasyonê dirêjî nav sînorên Iraqê bike
    Iraqê beşeke mûçeyên Herêma Kurdistanê şand
    Etîketan:
    nexşerê, rêkeftin, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de