07:30 20 Nîsan 2018
    Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Bexdayê

    Li Iraqê tundûtûjî berdewam e: 115 mirî û 255 kes jî birîndar bûn

    © AP Photo / Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di meha rebendanê de li Iraqê 115 kesan canê xwe ji dest da.

    Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniya xwe de ragihand ku her diçe tundûtujiya welat zêde dibe û tenê di meha berfenbarê de li Iraqê 115 kesan canê xwe ji dest da.

    UNAMI di daxuyaniya xwe de got: "Li seranserê Iraqê di meha rebendanê de di bûyerên terorî, tundûtûjî û çekdarî de 115 hemwelatiyên iraqî canê xwe ji dest dan û 255 kes jî birîndar bûn."

    Li gor daxuyaniya UNAMIyê di meha rebendanê de bajarê ku herî zêde bûyerên kuştîn û birîndarî lê qewimin Bexdayê ye. Di meha rebendanê de li Bexdayê 90 kesî canê xwe ji dest da û 233 kes jî birîndar bûn.

    Herwiha li gor raporta UNAMIyê di meha Berfenbara 2017an de li Iraqê 69 kesî canê xwe ji dest da û 142 kes jî birîndar bû. Li gor raportê tundûtûjiya welat zêde dibe.

    Bi heman mijarî:

    Bexda û Hewlêrê li ser 6 xalan li hev kir
    Amerîka: Bexda ji bo diyalogê pirsgirêkan derdixîne
    Macron ji bo Bexda û Hewlêrê bangewazî kir û got: Pêwîst e Heşda Şeibî çek deyne
    Bexda: Ji bilî betalkirina referandumê tu şertek me tune ye
    Bexda: Bi Hewlêrê re li ser 4 xalan em ê hevdîtinan bikin
    ‘Bexda destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên Pêşmerge'
    Etîketan:
    Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI), Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de