07:48 20 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Ebadî sibe bi partiyên Kurdistanî re dicive

    © AP Photo / Hadi Mizban
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê kurd di Perlemana Iraqê de de Mesud Heyder ragihand, ku wî ji Serokwezîrê Iraqê xwestiye bi partiyên Kurdistanî bicive û biryar e Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî sibe li gel wan partiyan bicive.

    Mesûd Heyder bi rêya hesabê xwe yê facebookê ragihan: "Îro hatina serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Perlemana Iraqê, tenê ji bo gotûbêjê bû û xwendina duyem ji pirojeyasaya budceyê re nehat kirin".

    Herweha Heyer got: "Biryar li ser pêşinyarkirina min hat dayin, ku sibe serokwezîrê Iraqê bi awayekî cuda, li gel firakisyonên Kurdistanî, Sunî û parêzgehên petrolê berhem tînin, civînan lidar bixin û têbînîyên wan li ser pirojeyasaya budceyê gotûbêj bikin".

    Heyder "Helwesta me zelal û eşkere ye û eger bersiva wan li ser daxwazên me ne erênî bin, em deng li ser pirojeyasaya budceyê nadin"

    Bi heman mijarî:

    Fraksiyonên Kurdistanê li dijî Heyder Ebadî derketin
    Berdevkê Ebadî: Ne pêkan e Tirkiye operasyonê dirêjî nav sînorên Iraqê bike
    Ebadî: Peywendiyên me û Kurdistanê niha di asteke baş de ye
    Komên Ebadî û Emmar El Hekîm yên şiî ji hev cuda bûn
    Etîketan:
    Gotûbêj, Civîn, Haydar el-Ebadî, Ebadî, Hewlêr, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de