19:20 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Fraksiyonên Kurdistanê li dijî Heyder Ebadî derketin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hatina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Parlamentoya Iraqê tenê fortavêtineke siyasî ye û got, eger di projeyasaya budceyê de gıhertin neyên kirin ew ê beşdarî daniştinên parlamentoyê nebin.

    Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Dr. Musenna Emîn li ser navê hemû fraksiyonên kurdistanî yên li parlamentoyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Me beriya niha ji Serokwezîrê Iraqê daxwaz kiribû ku derbarê budceyê de guftûgoyên cidî bike lê bersivên wî yên ji bo me nerênî bûn. Ji bo vê yekê li gorî me hatina serokwezîr ya ji bo parlamentoyê tenê fortavêtineke siyasî ye."

    Emîn sanî ziman ku ew wekî hemû fraksiyonên kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê hemfikr in ku ew perojeyasaya budceyê ‘karesatbar' e û got, em beşdarî ti daniştinên Parlamentoya Iraqê nabin, daku hemû çaksazî neyên kirin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Ebadî: Ne pêkan e Tirkiye operasyonê dirêjî nav sînorên Iraqê bike
    Parlamentoya Iraqê ji bo rakirina mueyideyên li ser Kurdistanê deng da
    Hevpeymana navdewletî 8 polîsên Iraqê kuştin
    Erdogan: Piştî Efrîne Minbic û dûre heta sînorên Iraqê
    Dadgeha Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê biryareke girîng da
    Etîketan:
    projeyasaya budceyê, Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Musenna Emîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de