07:50 27 Nîsan 2018
    Artêşa Amerîkayê

    ‘Hêzên amerîkî rê li ber reva milîtanan vedike'

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Tevgera El Nuceba di axaftina xwe ya televîzyona El Meyadeenê de ragihand ku hêzên amerîkî rê li ber reva milîtanên DAIŞê vedike.

    Li gor nûçeya televîzyona El Meyadeen Sekreterê Giştî yê Tevgera El Nuceba Şêx Ekrem el Kaabî di axaftina xwe de got: "Hêzên amerîkî li herêma El Bexdadî ya bajarê Enbarê êrişî hêzên ewlehî yên Iraqê kir. Êrişa hêzên amerîkî ya li hemberî artêşa Iraqê îspata polîtîkaya xirab e."

    El Kaabî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên amerîkî ji bo milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê birevin rê ji wan re vedike û heta niha li Iraqê me ti sûdek ji hêza amerîkî nedît. Hebûna amerîkiyan sedema wêraniyê ye û di heman demê de piştgiriya terorîzmê dike."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Ebadî: Ne pêkan e Tirkiye operasyonê dirêjî nav sînorên Iraqê bike
    Iraqê beşeke mûçeyên Herêma Kurdistanê şand
    Parlamentoya Iraqê ji bo rakirina mueyideyên li ser Kurdistanê deng da
    Hevpeymana navdewletî 8 polîsên Iraqê kuştin
    Parlamentoya Iraqê dema hilbijartina giştî diyar kir
    Etîketan:
    Tevgera Nuceba, Hêzên amerîkî, Ekrem El Kaabî, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de