05:59 22 Nîsan 2018
    helîkopter Mi-8

    Helîkopterê bi şaşî êrişî wesayîtên leşkerî kir: 8 kuştî

    © Sputnik / Lesja Poljakova
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Iraqê helîkoptera leşkerî ya aîdî Amerîkayê bi şaşî êrişî wesayîtên hêzên ewlehî kir. Di encamê de sivîl û leşker jî di nav de 8 kes hatin kuştin.

    Li bajarê El Enbar ê Iraqê helîkoptera leşkerî ya aîdî Amerîkayê bi şaşî êrişî wesayîtên hêzên ewlehî kir. Dîmênên êrişê ji aliyê Rıptlyê ve hatin weşandin. Di dîmênan de wesayîtên ku ji ber gulebarana helîkopterê qul bûne têne dîtin.

    Li gor şahidên bûyerê, di encama êrişa helîkopterê de sivîl û endamên hêzên ewlehî jî di nav de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeya televîzyona Al Sumariayê, helîkoptera leşkerî dema ji operasyonê vedigere rastî wesayît û kesên çekdar tê û bêyî ku ji rayedaran agahî wergire êrişî wan dike.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê gundên kurdan bombebaran kir
    Artêşa Iraqê dest bi operasyona leşkerî kir
    Wê li Hewlêrê roja bêhnvedana avabûna artêşa Iraqê bê protestokirin
    'Li Kerkûkê, kurdek bû fermandarê lîwayeke Artêşa Iraqê'
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê ya avakirina navenda kordînasyona hevpar
    Gelo Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadehiya êrişa Pêşmerge dike?
    Etîketan:
    Helîkopterê bi şaşî êrişî leşkeran kir, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de