00:23 25 Gulan 2018
    Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

    Mesrûr Barzanî: Guhertina demografîk li tu deverê nayê qebûlkirin

    © AP Photo / Alice Martins
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê encûmena ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi metranê Dêra Ortodoksî Suryanî li Herêma Kurdistan, Mûsilê û Kerkûkê metran Nîkodîmos Dawud Şeref û şandeke pê re civiya.

    Di civîna herdu aliyan de, rewşa navçeyê û bi taybetî deşta Nînewa û rewşa mişextên Xiristiyanan li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

    Di berdewamiya civînê de Metran Dawûd Şeref spasiya Kurdistanê kir ku hertim palpişt û penageha mesîhiyên Îraqê bûye xwest ku bilez ew zextên li ser Kurdistanê hatine sepandin werin bidawîanîn û aştî û aramî li seraserê deverê berqerar bibe.

    ‘KURDISTAN HER TIM NAVENDA PÊKVEJIYANA TEVAHIYA NETEWE Û OLAN DIMÎNE'

    Di beşeke din a civînê de Barzanî jî teqez li ser vê yekê kir ku di nava tu rewş û mercekê de tu guhertin di nava çanda pêkvejiyan û lêborînê ya li Kurdistanê de çê nabe û Kurdistan her tim navenda pêkvejiyana tevahiya netewe û olan dimîne.

    Derbarê rewşa deşta Nînewayê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hinek hewldanên eşkere hene bo guhertina demografiya vê deverê û rewşek hatiye afirandin ku bûye sedem daku birayên me yên mesîhî li deşta Neynewayê malên xwe vala bikin.

    ‘HEWILDANÊN GUHERTINA DEMOGRAFÎK NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Mesrûr Barzanî got: "Ew hewldanên han di çarçoveya pêvajoa bi erebkirina deverên Kurdistanî de ye û ne ew pêvajoya han û ne jî pêvajoya bi erebkirinê bi tu awayî nayên qebûlkirin û piştgîriya me bo birayên me yên mesîhî bo parastina taybetmendiyên deverên wan û pêkvejiyaneke aştiyane li gel tevahiya pêkhateyên di yên li Deşta Ninewayê berdewam dibe."

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Radestkirina Kerkûkê xiyaneta herî mezin a dîrokê bû
    Mesrûr Barzanî: Em jî wek her neteweyê ne
    Mesrûr Barzanî: Ji bo damezirandina dewletê bêjin, ‘Belê’
    Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin
    Mesrûr Barzanî: Rêveberîya Trump girîngîyeke mezin dide Kurdistanê
    Etîketan:
    Demografî, Pêwendî, Nînewa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de