19:19 20 Nîsan 2018
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: Hîn şer neketiye nava Efrînê û eger gihişt em ê mal bi mal şer bikin

    © AP Photo / YAHYA AHMED
    Iraq
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Endamê Komîteya Rêveber ê KCKê Murat Karayilan derbarê êrîşa li dijî Efrînê ragihand, ku hîn şer neketiye nav bajarê Efrînê û eger şer bigehe nav bajar, ew ê kolan bi kolan, mal bi mal şerê artêşa Tirkiyê bikin.

    Endamê Komîteya Rêveber ê KCKê Murat Karayilan ji Ronahî TVyê re derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û daxuyaniya dawî ya hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ku gotibû 'tu wateya Soçiyê nema' axivî.

    Karayilan got, "Rojava tu wext ji Tirkiyeyê re nebûye tehdîd. Lê Tirkiye vêya dike hincet ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike û destkeftî û statuya kurdan asteng bike. Berxwedana gelê me yê Efrînê rûmet e  ji bo me. Em dê tu wext destûr nedin ku Efrînê têkeve destê Tirkiyeyê."

    'DIVÊ TEV-DEM BEŞDARÎ KONGREYÊ BIBE'

    Karayilan derbarê Kongreya Niştimanî Sûriyeyê bersiva Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl da û got: "Divê TEV-DEM beşdarî wî kongreyê bibe, "Karayilan ji medya PKKê re ragihand, kongreya li Soçiyê ku bi pêşengiya Rûsya dê were lidarxistin, kongreyeke giring e û divê TEV-DEM beşdar bibe û li dijî kongirî dernekeve û protesto neke.

    HSD
    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    ‘NABE ALIYEKÎ KURDAN BIÇE SOÇIYÊ Û ALIYEKÎ DIN NEÇE'

    Karayilan bang Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kir û got, eger TEV-DEM neçe Soçî divê ENKS jî neçe. TEV-DEM û ENKS yan divê bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin. Nabe aliyekî Kurdan biçe Soçiyê û aliyekî din neçe.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihandibû ku tu wateya beşdariya di Kongreya Diyalogên Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dê li Soçiyê bê lidarxistin, nemaye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Niha ditirsin ku Kurdistana mezin ava bibe
    Karayilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe
    Karayilan: Zihniyeta Erdogan dikare bi hezaran mirovan bikuje
    Karayilan: Madem dijmin dibin yek divê em jî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin
    Etîketan:
    TEVDEM, Kongreya Diyalogê ya Niştimanî ya Sûriyeyê, ENKS, YPG, PKK, Murat Karayilan, Soçi
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de