19:11 25 Nîsan 2018
    Referandûm - Kurdistanê

    Fraksiyonên Kurdistanî li ser Efrînê got: Êrîşên Tirkiyeyê dijminane ne

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê bi yekdengî daxuyaniyek li dijî êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê belav kir û tê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku dets ji êrîşên li dijî Efrînê bikişîne.

    Li gorî nûçeya Basnewsê Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê derbarê êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê de bi awayekî yekdengî daxuyaniyek belav kir û li dijî wan êrîşan derketin. Di daxuyaniya wan fraksiyonan de ev tişt hatin gotin: "Divê civaka navdewletî û encûmenên asayiş û welatên li herêmê pêşiyê li êrîş û siyaseta dijminane ya Tirkiyeyê bigirin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê hat diyarkirin ku "Em wekî Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê êrîşên Tirkiyeyê yên dijminane yên li dijî Efrînê û şehîdkirina xelkê sivîl şermezar dikin."

    Fraksiyonên kurdistanî herwisa bal kişand ser rola kurdên rojava ya di şerê li dijî DAIŞê de û wisa berdewamî da daxuyaniya xwe: "Kurdên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di têkşikandina terorîstên DAIŞê û rûxandina paytextên wan de roleke sereke bi cih anî. Pêwîste hikûmeta Tirkiyeyê dest ji siyaseta ku bi têkbirina aramî û şehîdkirina xelkê sivîl dimeşîne, berde û her kêşeyê bi rêya danûstandinê çareser bike."

    Bi heman mijarî:

    Behmen Qubadî li ser Efrînê got: Kîn û bêzarbûna kurdan li dijî xwe zêde nekin
    Cimaetên Ermenî û Cihûyan piştgirî da êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê
    Qatarê piştgirî da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê
    Di operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
    Kiliçdaroglu: Erdogan ji piştgiriya me ya Efrînê aciz e
    Midûriyeta Perwerdehiyê li Hatayê bo Efrînê li mamosteyên xwebexş ên tirk digere
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, dijminane, Fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê, Efrîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de