04:47 23 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu-Îbrahîm Caferî

    Mevlut Çavuşoglu: Tirkiye qet karekî ku zirarê bighîne berjewendiyên Iraqê nake

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro serdana lraqê kir û ligel Wezîrê Karên Derve yê Iraqe Îbrahîm Caferî civînek li darxist.

    Li gor daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya lraqê ku kopiyek bo Sputnîk Kurdistan şandiye dibêje:"Her dû Wezîrên Karên Derve yên lraq û Tirkiyê li Bexdayê cîviyan û li ser xurtkirina peywendiyên di navbera her dû welatan de li hev kiriye. Herweha Çavuşoglu ragihandiye ku Tirkiye dixwaze bêtir alîkariya lraqê bike. Bi taybetî jî di warê avadankirinê de û ava rûbaran jî wê bêtir bo lraqê berde. Tu karek encam nade ku bibe sedema gihandina ziraran bi berjewendiyên lraqê. Tirkiye wê bi berdewamî liser erka parastina yekparçeya xaka lraqê û rêzgirtin ji serweriya wê re bimîne. Herweha Tirkiye wê konsolosxaneyên xwe careke din li lraqê vebike û ji Caferî xwestiye ku serdana Tirkiyê bike, ji bona xurtkirina têkiliyên di navbera her dû welatan de.

    Çavuşoglu weha berdewam kiriye:" Hewlêrê goh neda şîretên me û referandum encam da. Ew niha baş dizane ku gaveke şaş avêtine û pêwîste rêz ji destûr û yasayên lraqê re bê girtin. Em piştevaniya danustandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikîn û amadene hemû hêsankariyan pêşkêş bikîn ji bona serkeftina wan danustandinan.

    CAFERÎ: DIVÊ TIRKIYÊ LEŞKERÊN XWE JI BAŞÎKÊ BIKŞÎNE

    Herwesa di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Caferî ji Çavuşoglu xwestiye ku hêzên welatê xwe ji devera Başîkê ya li Bakûrê Musilê vekişîne û lraq dixwaze baştirîn peywendiyê ligel Tirkiyê ava bike. Bi taybetî di warê aborî û weberhênanê de û pesna biryara dewleta tirk ji bo rêgirtina kar li ser bendava Ilisu kiriye.
    Daxuyanî nîşan dide ku Wezîrê Karên Derve yê lraqê teqez li ser wê yekê kiriye ku pêwîste Tirkiye piştevaniya lraqê bike, bi taybetî jî piştî jinavbirina DAIŞê û rol hebe di parastina yekparçeyiya axa lraqê de.

    Bi heman mijarî:

    Ji Çavuşoglu berteka YPGê: Divê Amerîka biryareke zelal bide
    Çavuşoglu bersiv da hişyariya Amerîkayê ya ji bo serdana Tirkiyê
    Lavrov û Çavuşoglu hevdîtinek pêk anîn
    Çavuşoglu derbarê Îran û Rûsyayê de daxuyanî da
    Çavuşoglu: Ji bo pêvajoya aştiyê, divê PKK dest ji çekan berde
    Çavuşoglu bi Zarifî re bi telefonê axivî
    ‘Çavuşoglu û rayedarên tirk fermana Pûtîn şaş fêm kirin'
    Etîketan:
    piştgirî, Iraq, Tirkiye, Îbrahîm Caferî, Mevlut Çavuşoglu, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de