15:41 25 Gulan 2018
Heyder Ebadî

Serokwezîrê Iraqê Ebadî li ser civîna xwe ya bi Barzanî re daxuyanî da

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Nivîsengeha Serokwezîrê Iraqê piştî civîna îro ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ebadî teqezî li ser yekperçeyiya axa Iraqê kiriye.

Ala Kurdistanê û Iraqê
© Sputnik / Ekrem Altun
Nivîsengeha Serokwezîrê Iraqê piştî civîna îro ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de hat gotin, "Ebadî teqezî li ser yekperçeyiya axa Iraqê kiriye û amaje bi girîngiya vegerandin û karkirina hêzên federal li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser deriyên sînor û balafirgehan."

Herwisa daxuyanî wisa hat berdewamkirin, "Ebadî careke din teqezî li ser helwesta Bexdayê kiriye li gorî destûra Iraqê girêdayî sînorê Herêma Kurdistanê ye û gotiye derxistina petrol û şandina wê ji bo derveyî welat divê bi destê hikûmeta federal a lraqê be û bi rêya şîrketa Somo be."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ebadî bal kişandiye ser karê lîjneyên taybet ên ji bo encamdana hûgiliyên mûçeyên karmend ên herêmê û karê lîjneyên taybet ji vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê, ku tavilê bi dawî bibe û balafirgeh werin vekirin.

Bi heman mijarî:

Barzanî serdana Bexdayê kir
Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Îranê dike
Barzanî: Em polîtîkayên erebkirina Kerkûkê û herêmên din qebûl nakin
Barzanî û nûnerê Trump hevdîtinek pêk anîn
Etîketan:
daxuyanî, civîn, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de