21:58 21 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin

    © Sputnik/ Osman Baqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bûye yek ji pirsgirêkên sereke di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta lraqê de. Ta niha Hikûmeta lraqê razî bûye ku muçeyên fermanberên herdu wezaretên tendrustî û perwerdeya herêmê bişîne, lê hêj ew jî neşandine.

    Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Sputnîk Kurdistanê bi dest xistine, Hikumeta lraqê bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dê sê pêşniyaran li pêşiya Hikumeta Herêmê deyne. Eger Hikûmeta Herêmê van şertan qebûl bike dê paşê mûçeyan fermanberên Herêmê bêne şandin.

    Her sê şertên Bexdayê bo Hewlêrê ev in:

    • Dê Hikûmeta Iraqê mûçeyan bo parêzgehên herêmê bişîne û bi rêya rêvberiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê bi ser fermanberan de bên dabeşkirin.
    • Hikumeta lraqê ji bo dabeşkirina mûçeyên fermanberan rêveberekî û lijneyeke taybet dê bişîne Herêma Kurdistanê.
    • Mûçeyên fermanberên herêmê bi rêya çekên bankan dê bên wergirtin û Hikumeta lraqê wê çend bankan destnîşan bike ku vî karî bi encamp bidin.

    WEZARETA DARAYÎ YA KURDISTANÊ: DI VÊ MIJARÊ DE TA NIHA TU AGAHIYÊN FERMÎ NEGIHAŞTINE DESTÊ ME

    Derbarê van pêşniyaran de Sputnîk Kurdistanê peywendî bi wezareta darayî ya Hikumeta Herêma Kurdstanê danî, lê jêderekê ji wezaretê got, "Derbarê vê mijarê de heta niha tu agahiyên fermî negihane wezaretê.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Ebadî ji bo çi biryara şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê da?
    Îdiayên Bexdayê hatin derewandin: Iraq mûçeyên mamsoteyên kurdî yên li Kerkûkê nade
    Li Îranê karkerên kurd ev çend meh in nikarin mûçeyên xwe bistînin
    Rêveberiya Îranê ev 3 meh in mûçeyên karkerên kurdan nade
    Etîketan:
    Têkiliyên Iran û Herêma Kurdistanê, Pêşniyarî, Şert, Mûçê, Sputnik Kurdistan, Hewlêr, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de