00:55 18 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Parlementoyê Iraqê li ser du projeyasayên budçeyê li hev nekir

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Biryar bû ku îro Parlementoya Iraqê civîneke taybet li ser du projeyên girîng ku projeya budçeya giştî ya Iraqê û budçeya hilbijartinên giştî ku dê meha gulanê bê lidarxistin diyar bikin civiya lê ji ber nakokiyên fraksiyonan rêkeftinêk pêk nehat.

    Parlementoya Iraqê ji bo gotûbêjkirina du projeyasayan civiya lê ji ber nakokiyên fraksiyonên beşdarî parlementoyê de rêkeftinek çênebû, lewma biryar bo roja pêncşemê hatin paşxistin.

    ‘JI BER NAKOKIYÊN FRAKSIYONÊN PARLEMENTOYÊ RÊKEFTINEK ÇÊNEBÛ'

    Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Tariq Gerdî ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku, "Îro dane sibehê saet 11.00an Parlemena Iraqê digel serokên fraksiyonên li parlemetoyê civînek li dar xist û hewil da ku rêkeftinek çêbibe ji bo ku hertim projeyasa di civînê de bêne gotubêjkirin, dengdan li ser wan bête kirin û piştre bên pejirandin lê nakokiyên di navbera fraksiyonan bû sedem ku tu rêkeftinek pêk neyê û parlementoyê li ser herdu projeyasayan li hev nekir.

    ‘DENGDANA PROJEYASAYAN TEXÎRÎ ROJA PÊNCŞEMÊ BÛ'

    Parlementerê PDK Tariq Gerdî wiha berdewam kir, "Ji ber wê yekê biryara civînê bo roja pênşemê hat paşxistin ku di van rojên bê de serokatiya parlemenê digel serokên fraksiyonan li ser herdu projeyasayan li hev bike, roja pêncşemê dê dîsa bicivîn û dê deng bisine projeyasayan."

    Bi heman mijarî:

    Partiyeke Kurdistanê beşdarî hilbijartinên Iraqê nabe
    ‘Hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê hilweşîne'
    Alîgirên şiî yên li Iraqê hevpeymaniyeke nû ava kir
    Komeleya Îslamî: Bila kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina Iraqê bibin
    Etîketan:
    Dengdan, Projeyasa, Rêkeftin, Tariq Gerdî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de