10:52 20 Hezîran 2018
Iraq - Serkeftina DAIŞê

Iraq: Civîna li gel şandeya Kurdistanê berhemdar bû

© Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Wezareta Hundir a Iraqê Sedî Meîn ragihand ku civîna li gel şandeya Herêma Kurdistanê berhemdar bûye û eşkere kir ku divîneke berifreh duşemê pêk were.

îro şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Nevxwe Kerîm Şingalî û bi endamtiya Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemurad, Birêveberê Balafirgeha Silêmaniyê Tahîr Ebdullah, Birêvebera Balafirgeha Hewlêrê Telar Fayeq û hejmareke birêveberên giştî yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê çûbûn Bexdayê.

Şanda Kurdistanê li gel şandekî hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî civiyabû.

Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê general Sedî Meîn derbarê naveroka civînê de ji medyayê re axivîbû û gotibû: “Civînekî berhemdar hate kirin. Atmosfereke erênî ji bo hev fêmkirinê hebû. Di destpêka civînê de silavên Serokwezîr Heyder Ebadî me gihand şanda mêvan. Şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yasayan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayeke eşkere helwesteke erênî nîşan da.”
Herwiha Meînî diyar kir ku ruoja duşemê, civîneke berfireh dê pêk were.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê ji bo leşkerên Tirkiye yên li Sûriyeyê daxuyanî da
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê dorpêç kir
Li Sûriyeyê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
Tillerson: Bi Rûsyayê re bo mijara Sûriyeyê bi hevkarî emê bixebitin, lê divê Esad biçe
Rûsya: Di 2017an de li Sûriyeyê zêdetirî hezar peymanên agirbestê hatine îmzekirin
Etîketan:
Kerîm Şingalî, Tahîr Ebdullah, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de