07:49 20 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Ebadî: Hewlên provokekirina artêşê li dijî Heşda Şeibî têk çûn

    © AFP 2018 / ALI AL-SAAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro yekşemê ragijand ku hinekan hewl da ku artêşê li dijî Heşda Şeibî provoke bike lê bi ser nektin.

    Ebadî beşdarî Karnavala "Serkeftina Mezin" li bajarê Necefê bû û got, "nabe em fedakariyên iraqiyan ji bîr bikin û divê em sûdê ji vê dersa giran bigirin û herwiha divê em dest bi avakirin û lêkirinê bikin. Pêwîst e ku berpirsyariya berpirsî, xizmeta xelkê be".

    Li gorî malera Al Sumariyê, Ebadî bal kişandiye ser şerê DAIŞê û gotiye: Şerî gelek ji budçeya welatî xwariye û iraqî bi hevgirtinê bi ser ketin".

    Di berdewamiya axiftina xwe de, Ebadî got ku  hewlên cihêbûnê têk birin û wiha pê de çû: "Nabe ku em cudahiyê têxin navbera hêzên ewlekariyê. Hinekan hewl da ku Artêşê li dijî Heşda Şeibî provoke bike lê bi ser neketin ji ber ew hêzên nîzamî ne û di bin fermandariya giştî ya hêzên çekdar de ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya reforman qebûl kir
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Erdogan di peyama sersalê de got: Me hewla serxwebûna Kurdistanê vala derxist
    Ji Bexdayê daxuyaniya teslîmkirina deriyên sînor û balafirxaneyên Kurdistanê
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de