15:02 19 Sibat 2018
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Bila serkeftin bi yekkirina Pêşmerge û Heşda Şeibî bê parastin

    © REUTERS/ Ludovic Marin
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro îniyê li Bexdayê axivî û xwest ku serkeftina wan li dijî DAIŞê "bi yekkirina artêş, Heşda Şeibî û Pêşmerge û hemû hêzên çekdar were parastin".

    Bafil Talebanî û Ebadî
    © Foto: Rûpela Fermî ya Serokwezîrê Iraqê
    Ebadî beşdarî konsereke navendî bû ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Kazimiyê li dar dixe û merciyeta olî ya bilind li Bexdayê jî tê de beşdar bû.

    Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Ebadî, Serokwezîrê Iraqê bi erênî fetweya cihadê ya Sîstanî nirxandiye.

    Ebadî di axiftina xwe de gotiye: "Bi yekîtî û viyana gelê me yê ku tiştê nepêkan pêk anî û çeteyên DAIŞa terorîst di zehmettirîn rewşê de têk bir, Iraq dikare rabe û têkeve rêza dewletên bipêşdeketî".

    Herwiha Ebadî di berdewamiya axiftina xwe de xwest ku "serkeftina li dijî DAIŞê biparêzin" û got: Bila ew serkeftin bi yekkirina hêzên artêş, Heşda Şeibî, Pêşemerge û hemû refên hêzên me yên çekdar were parastin."

    Bi heman mijarî:

    Piştî Barzanî Heyder Ebadî jî serdana Fransayê kir
    77 rêxistinan bangî Ebadî kir
    'Hîn Amerîkayê bawerî bi serkeftina Ebadî ya dijî DAIŞê neanîye'
    Herêma Kurdistanê plana Heyder Ebadî têk bir
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Pêşmerge, DAIŞ, heyder ebadî, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de