06:09 22 Sibat 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Şandeke kurdan bi nûnerê rêberê şiî yê Iraqê re civiya

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeke nûnerên Kurdên Xurmatoyê li bajarê Kerbelayê bi nûnerê mercîeya bilind ya şîiyan Elî Sîstanî re civiyan. Tê payîn ku hefteya pêş jî Sîstanî şandekê bişîne Xurmatûyê, daku rewşa navçeyê di cih de lêbikole.

    Li gorî agahiyên Rûdawê endamê şandeya kurdên Xurmatûyê Mela Hewar Hemawendî diyar kir ku şandeya wan a çû Kerbelayê ji 7 kesan pêk dihat û li gel nûnertiya koçberên Xurmatûyê bi rêberê tevgera hikmî û Berpirsê Esaîb Ehlê Heq û nûnerê mercîeya bilind a şîiyan re civiya.

    Hemawendî ragihand ku di civînan de rewşa Xurmatûyê û koçberan hatiye gotûbêjkirin û got, Şêx Mehdî Kerbelayî ji şandeyê re gotiye, hefteya pêş Ayetûllah Elî Sîstanî dê şandekê bişîne Xurmatûyê, daku lêkolînan li ser rewşa wir bike û hewl bide pirsgirêkan çareser bike.

    Mela Hewar Hemawendî herwisa anî ziman îro roja înê jî dê li Bexdayê li gel Berpirsê Heşda Şeibî Hadî Amirî û Nûrî Malkî bicivin û dawiyê bi serdana xwe bînin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê dest bi operasyona leşkerî kir
    Tirkiyeyê ser êrişên çekdarî yên li Kerkûkê bang li Iraqê kir
    Wê li Hewlêrê roja bêhnvedana avabûna artêşa Iraqê bê protestokirin
    Serokê Parlamentoya Iraqê xwest biryarên li dijî Kurdistanê werin betalkirin
    Danişîna Parlamentoya Iraqê ji ber boykotkirina kurd û suneyan hat taloqkirin
    Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
    Etîketan:
    civîn, nûner, Mercîeya Şiî ya Iraqê, Mela Hewar Hemawendî, Ayetûlla Elî Sîstanî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de