07:40 24 Nîsan 2018
    Sefîn Dizeyî

    Sefîn Dizeyî: Niyeta Hikûmeta Iraqê ji berê baştir dixuyê

    © Foto: cabinet.gov.krd
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku ji bo destpêkirina gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê, ew pêşwaziya hemû pêngavên erênî dikin. Herwiha Dizeyî Eşkere kir, ku ji hefteya derbasbûyî ve bi me wisa tê ku niyeta Bexdayê baştir dibe.

    Sefîn Dizeyî li ser hin daxuyaniyên ku di medyaya Iraqê û Herêma Kurdistanê de li ser rûdanên dawî yên di derbarê gotûbêjên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de hatiye belavkirin ragihand: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina gotûbêjên li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, di çarçoveya destûrê, pêşwaziya hemû pêngavên erênî dike."

    Dizeyî li ser vekirina deryên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên li gel Îranê jî da zanîn: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê pêngavê kêfxweş e û bi teqdîr pêşwaziya wê dike. Herwiha hikûmet amade ye li ser pirsgirêkên rêvebirina deriyên sînorî û balafirxaneyan jî li gel hikûmeta Iraqê gotûbêjan bike û ji bo gihiştina çareseriyeke hevpar, li gor wê mekanîzmaya ku destûra Iraqê diyar kiriye li gel Bexdayê alîkarî û hemahengî bike ku di berjewendiya herdû aliyan de be."

    Bi heman mijarî:

    Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin
    Dizeyî: Biryar e ku em nûnertiya xwe li Tirkiyeyê vekin lê qeyrana aborî rê nade
    Dizeyî: Em budçeya giştî ya Iraqê red dikin
    Dizeyî: Li hember gendeliyê em ê gavên mezin bavêjin
    Dizeyî: ‘Em hêvîdar in ku PKKê lûleya petrolê ya Kurdistanê neteqandibe'
    Etîketan:
    Deriyên sînor, Balafirxane, daxuyanî, Têkiliyên Bexda û Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Bexda, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de