01:00 21 Nîsan 2018
    Seîd Hedîsî

    Bexda: Bi Hewlêrê re li ser 4 xalan em ê hevdîtinan bikin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê hikûmeta navendî ya Iraqê Seed Hedîsî di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtinên navbera Bexda û Hewlêrê wê li ser 4 xalan pêk were.

    Berdevkê hikûmeta navendî ya Iraqê Seed Hedîsî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Al-Sabah Al-Jadidê de got: "Divê deriyên diyalogê yê navbera Hewlêr û Bexdayê werin vekirin û ev ji bo çareseriya pirsgirêkan gavekê rast e."

    Seed Hedîsî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Bexda dixwaze hevdîtin di 4 xalên sereke de pêk werin. Di hevdîtinan de deriyên sînor, balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanî, bîrên petrolê, meaşên karmendê Kurdistanê û kanayên avê dê werin guftugokirin."

    Hedîsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hemû hêzên siyasî eleqedar dike û hemû alîgir û terefên siyasî ji bo danûstandinan dikarin serdana Bexdayê bikin. Bexda peyama diyalogê da Kurdistanê û dixwaze mijarên pirsgirêk bi heyetên teknîkî re guftugo bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Bexda destûr nade em alîkariya leşkerî bighînin hêzên Pêşmerge'
    Ji bo çareserkirina krîza di navbera Bexda û Hewlerê dê partiyên şiî têkevin nav tevgerê
    'Hewlêr û Bexda piştî sersalê dicivin'
    Serokkomarê Iraqê ji bo Hewlêr, Bexda û NY name şandin
    Barzanî û Serokwezîra Brîtanyayê derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de axivîn
    Etîketan:
    diyaloga navbera Kurdistan û Iraqê, Berdevkê hikûmeta navendî ya Iraqê, Seed Hedîsî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de